H’emû nûçeSereke
Parlamênta Avropayê dîna xwe dide kirinên Adirbêcanêye li korîdora Laçînê

Raportkirê parlamênta Avropayê Pol Gavan elam kirîye, wekî ewê bi seredan here Ermenîstanê û Adirbêcanê bona ku derheqa halê li korîdora Laçînê raportê amade bike. Bi şirovekirina danîna posta li korîdora Laçînê, Gavan gotîye: “Ev kirina Adirbêcanêye yekalî piştî girtina rîya di navbera Qerebagê û Ermenîstanêda diqewime û ew rê 12 ê kanûnêda hetanî niha girtîye. Parlamênta Avropayê bi guhdarî dîna xwe dide vî halî”.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî zêrandina cimeta Qerebagê û krîzeya hûmanîtarî li ber çevaye.







