
Partîya Fransîyayêye Çepa dewê ji hukumatê dike ku hilbijartinên meha gulanêye li Tirkîyayê, wextê kîjana welatîyên Tirkîyayêye li Fransîyayê jî wê beşdarbin, ku awayekî baş bidine derbazkirinê.
Partîya Çepa bi elametîyêva pêşda hatîye û girtinên wekîlên kurdaye ji govekên cuda-cuda, rojnamevan, sîyasetmedar û şuxulkarên kûltûrayê, şermezar kirîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî nava encamên opêrasîyona teşkîlkirîda ji 150 yî zêdetir meriv hatine girtinê. Partîyayê dew kirîye ku hukumata Fransîyayê vekirî bişuxule û lidarxistina hilbijartina bidine çareserkirinê.







