SerekeSîyasî

Tawasîf  bint Hamîd têza li ser kumkujîya Ermeniyan li Erebîstana Siûdî parast

Mamosteyê Beşa Dîrok û Şaristaniyê ya Fakulteya Civaknasiyê ya Zanîngeha Îslamê ya Erebistana Siûdî Tewasîf bint Hamîd bin Muqbil el Unzî, têza li ser Qirkirina Ermeniyan parast û rastîya dîrokî ya Komkujîya Ermeniyan dubare kir.

Mamoste di axaftina xwe ya bi ermenihaber.am re behsa sedemên hilbijartina mijarê, haydarbûna komkujiya Ermeniyan a li Erebîstana Siûdî û mijarên din kir.

– Rêzdar Tawsîf, vê dawiyê te teza xwe ya masterê ku li ser Komkujîya Ermeniyan bû parast. Hûn dikarin hinekî ji me re bibêjin ka we çawa biryar da ku hûn vê mijara taybetî hilbijêrin?

– Mijara Komkujîya Ermeniyan wek mijareke gelek hestiyar tê zanîn, ku bala civaka navneteweyî kişandiye û platformên konferans û peymanên navneteweyî, bi taybetî li Brîtanyaya Mezin, bi taybetî di dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di sala 1918an de, girtiye.

Brîtanyaya Mezin di nav civaka navneteweyî de dema ku pirsgirêka Ermenîstanê di destpêka sala 1878 de derketibû holê, xwedî helwesteke dijber bû. Ji ber ku yek ji hêzên super ên ku bi pirsgirêkên herêmê re eleqedar e, hilbet Brîtanyaya Mezin xwedî helwesteke leşkerî û siyasî bû, ku gelek bûyer û encam di çarçoveya vê lêkolînê de (teza masterê ya nivîskar) tê şîrovekiri: nakokiyên dîrokî li dora wan çêbûn.

Li ser girîngiya van hemûyan, sedemên hilbijartina mijarê ev bûn:

1.Kêmbûna lêkolînên rexneyî û analîtîk yên pispor li ser sîyaseta Brîtanyayê ya li hember tunekirina Ermenîstanê, pirbûna nakokî û nezelalîya li dora motîvên helwesta Îngîlîz li ser tunekirina Ermenîstanê, ku ez mecbûr bûm ku li gorî çavkaniyên curbicur zelal bikim û şîrove bikim.

2. Daxwaza min ji bo behskirina vê mijarê ew bû ku lêkolînên berê yên li ser mîrata Evropayê temam bikim, ku ji hêla şîrovekirina bêalî ve ji bo nifşên paşerojê bandorek hebû û hîn jî heye.

3. Ji bilî wê yekê ku Brîtanya Mezin ku hemdema serdemê ye û serkêşiya hemû bûyerên dîrokî yên wê serdemê dike, yek ji sedemên bijartina mijarê, hebûna materyalên belgeyî yên girîng û jêderên bîyanî ye, bi taybetî belgeyên têkildarî mijarê, efser û leşkerên girêdayî 1915, bi sîyaseta Brîtanyayê ya li hember qirkirina Ermenîyan û bi alîyên berfirehtir yên sîyaseta xwe bi giştî.

– Li Erebîstana Siûdî mijara Komkujîya Ermeniyan çiqas tê xwendin? Eleqeya lêkolîna Qirkirina Ermeniyan di derdorên akademîk û zanistî de heye?

– Hilbet eleqeya bi dîroka cîhanê re kûrtir û berfirehtir e, lê lêkolînên zanistî gelek caran girêdayî bijart û tercihên lêkolîneran e.

– Û asta hişyariya gel li Erebistana Siûdî çi ye? Bi dîtina we Ermenîstan û gelê Ermenî di vê çarçoveyê de divê çi bike?

– Hilbet di nav gelê Erebistana Siûdî de, bi taybetî jî di nav rewşenbîran de, hişyarî li ser jenosîdê heye. Ermenîstan di warê derbaskirina hemû nakokiyên bi cînarên xwe re, bi aqilmendî û rasteqînî bi her tiştê ku di warê sîyasî, aborî û navneteweyî de xeteriyê li berjewendî û mezinbûna wê dike, divê roleke bi bandor bilîze û ji dîrokê bêtir ders bigire. Dîroka Ermenîstanê tijî ders e.

– Îsal 108 saliya Qirkirina Ermeniyan demam dibe. Tirkîya ne tenê nas nake, di heman demê de înkar û têkoşîna li dijî pêvajoya naskirinê didomîne. Bi dîtina we bêcezabûna Tirkîyê teşwîq nake ku li welatên din ên weke Sûriyayê û Iraqê jî ev reftar berdewam bike?

– Li gorî min ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo welatên din jî derbasdar e. Belê, bêguman.

– Wek tê zanîn, pêwendiyên Ermenistanê û Erebistana Siûdî di warê dîplomatîk de nînin. Hûn mimkun dibînin ku di demek nêzîk de têkiliyên dîplomatîk werin danîn? Hûn di vê pêvajoyê de çi astengiyan dibînin?

– Weke ku min li jor jî behs kir, serkirdayetî ji cîhana derve re pir vekirî ye û Padişa û Kurê Padişê me Mihemed Bin Selman di warê siyaseta derve de xwediyê nêrînek bihêz û dîrokî ye. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku di pêşerojê de dikare di navbera Ermenîstanê û Erebîstana Siûdî de têkiliyên dîplomatîk hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button