
“Ez hmberîhevkirina di navbera Împêratoriya Osmanî û sîyaseta îro ya Tirkyayê û Adirbêcanê de rast dibînim.”
Di axaftina bi ermenihaber.am re, pisporê navdar ê rûs Vîktor Nadêyîn-Rayêvsky, rêvebirê Înstîtûya Lêkolînên Sîyasî û Civakî ya herêma Deryaya Reş-Xezerê, lêkolînerê payebilind ê Înstîtuya Lêkolînên Nevteweyî ya Aborîya Cîhanî û Têkîliyên Navneteweyî ya bi navê RGA Primakov, got.
“Di netîceya xeletiyên serokatiya Ermenîstanê û Arsaxê de ermenî di şer de bin ketin. Bêguman girtina Korîdora Laçînê bi mebesta tepeserkirina gelê Qerebaxê, alozekirina jîyana welatiyên wê, yên ku vegerîyane welatê xwe yê Kurdistanê, ji ber ku hêzeke rûsî ya aştîparêz li wir heye, ku mixabin desthilatên wê kêm in.
Em dibînin ku Adirbêcan jîyana ermeniyan li welatê wan dijwar dike. Lê ya sereke li vir ew e ku Adirbêcan bi tundî radigihîne ku pirsgirêka statuyê jixwe çareser bûye. Tiştekî wisa nîne, meseleya statuyê hê jî heye û mesele ji holê ranebûye. Hilbet di navbera sîyaseta komkujîyê ya Împaratoriya Osmanî û polîtîkaya îro ya Tirkîye û Adirbêcanê de paralelî hene.”
Navbirî amaje bi mijara komkujîya Ermeniyan jî kir û got, dema behsa qirkirina Ermeniyan tê kirin, divê Yûnan û Asûriyan jî ji bîr nekin, yên ku ziyaneke mezin dîtine.
“Em dizanin ku li Împêratoriya Osmanî 1,5 milyon Ermenî hatin qetilkirin. Hejmara Asûriyên hatin qetilkirin 30 hezar, Yûanan jî 60 hezar bû. Beşek ji Suryaniyan li Rûsyayê rizgar bû û bi bextewarî, niha gelê Asûrî di serdema ronesansa neteweyî de derbas dibe.
Miletê din ê ku ji destê tirkan zirar dîtiye Yûnan in. Lê belê, himberî yûnanan, tirk bi asûrî û ermenîyan re ne di nava şêrda bûn.”
“Tirkan ji bo tunekirina gelên navborî kurd bi kar anîn û hemû operasyon ji aliyê sêgoşeya nebaş ve hatin birêvebirin: Talêat Paşa (1874-1921), Ênvêr Paşa (1881-1922) û Cemal Paşa (1872-1922) ku mir, di sala 1913 de, yekser piştî derbeyê hêz di destên xwe de kom kirin. Sê sûcdarên ku rastî tunekirina ermenîyan dihatin û têlêgrafên Talêat îsbat dikin ku hemû kiryar di asta dewletê de pêk hatine.”
Rayevsky behsa sala 2019 jî kir li ser wergera rûsî ya pirtûka “Fermanên Kuştinê” ya dîroknasê navdar, ê tirk,Taner Akçam.
“Têlêgramên Talêat hene, yên derheqa nêzîkî 4 hezar zarokên sêwîda yên ermenî yên li Helebê, yên ku dê û bavên xwe winda kirine. Tanêr Akçam. Li ser têlêgrama Talêat tê gotin ku bi fermana sûcdar zarokên ku temenê wan di bin çar saliyê de bûne li stargehên Tirkîyayê hatine bicihkirin, yên ku derheqa nasnameya xwe ya ermenî da nizanibûne. Yên mezin jî şandinê Dêr Zorê.”
Rayevskî diyar kir ku hebûna Komkujîya Ermeniyan bi hezaran belge û ji aliyê hinek rayedarên welatên cuda ve hatiye piştrastkirin, ji ber ku ew jî ji hovîtiya tirkan matmayî mane.
“Hukumata niha ya Tirkiyayê rastîya Komkujîya Ermeniyan înkar dike, tirk hewl didin vê yekê bi yên din vegerînin. Mînak, ku “ji ber her tiştê ku kirine cihûne, ew sûcdar in û ne sûcê tirkaye.” Ev bi rastî bêaqilî e.
Li Tirkiyeyê teorîyek heye ku tê îdiakirin ku jenosîd ji aliyê Sabbatiyan, cemaeta “Dyonmen”, a ku mezhebeke cihû ye, hatiye organîzekirin. Tê gotin ku hinek ji wan di nava refên Ciwanên Tirk de bûne. Belê, ev ji bo tirkan teoriyeke pir musaît e, ku êlîta tirk hewl dide xwe bispêre wê.
Min hewl da ku li Tirkiyeyê pirtûkên li ser vê mezhebê bibînim, lê ji ber ku ew hatine firotan, ew tunebûn. Ev jî nîşan dide ku ev teorî di nav tirkan de pir populer e.”
“Di dawiyê de divê bê gotin ku gelê tirk amade nine ku sûcê bav û kalên xwe qebûl bike. Wekî din, em bi bîr tînin ku Erdogan di dema alozîya Tirkiye-Yûnanîstanê de yûnanan bi jenosîdeke nû tehdîd kir. Ev rewşek pir girîng bû. Komkujiya Zimîrnayê anî bîra yûnanan.
Ji ber vê yekê, mijara şermezarkirin û naskirina Komkujîya Ermeniyan çawa mijareke giran û pir girîng dimîne. Nepejirandina pêvajoya naskirina jênosîdê tunekirina nasnameya ermenîyan e, çimkî ev yek hemû ermenîyên cîhanê dike yek, yanî pêkanîna edaletê.”,- Rayêvskî got.







