SerekeSîyasî

Hejmara binçevkirîya yên wextê opêrasîyona polîsîyayêye li Stembolê gihîştîye 32 merivî

Roja sêşemê hejmara binçevkirîya yên wextê opêrasîyona polîsîyayêye li Stembolê gihîştîye 32 merivî.

Duh polîsîyayê opêrasîyon li şeş bajara destpê kirîye, ya nava çarçoveya lêpirsîna dadgeha Stembolêda, wextê kîjanê 39 meriva destûra girtinê stendine.

Hetanî duh 32 meriv hatibûne binçevkirinê, nava wanda admînîstrator û endamên Kongira Dêmokratîk, ya Gela, Partîya Dêmokratîk, ya Gela û partîya Keska.Wan meriva nava wa gotî “pêwandîyên tevî organîzeyên têrorîstî” gunehkar kirine û ew gîhandine beşa polîsîyayêye li Stembolê.

Bona wan merivên qedexekirî nava 24 sehetada îzinê nadin ku ew advokatên xweva bên girêdanê,  lê îşên wan nava rêjîma girtîda tê lênihêrandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button