H’emû nûçeSereke

Aşîtî dikare him bi qewilên qebûlkirinê û him jî bi yên qebûlnekirinê bibe: Nîkol Paşînyan

Sîstêma ewlehkarîyê, ya ku gerekê qewînbûna li herêma me bida çareserkirinê, niha bi  kardarî naxebite.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.

Ev yek dide kifşê, wekî niha tevî pirsgirêkên ewlehkarîyêye zêde rû bi rû  disekinin. Paşînyan dibêje wekî gerekê helkirin bêne dîtinê, lê ew yek nade kifşê, wekî Ermenîstan niha bona guhartina wan sîstêma dixebite.

Serokwezîr wê pirsê şaş hesab dike, dema ku dipirsin ku kê dikare pirsa ewlehkarîyê û qewînbûnê helke. Heyîna faktora wî cûreyî jî qezîyayê têra dibîne. Bi fikira wî gotina rast ewe, wekî çi dikare wî hemû tiştî bide çareserkirinê û çawa bersiv aşîtîyê dide zelalkirinê. Bi gotina Paşînyan, beşa mayîn  “qewilên bi hûrgilîne”.

“Heye cûre wekî aşîtî dikare bi wan qewila hebe, yên ku bi prînsîpyalî bona Ermenîstanê û cimeta ermenî yên qebûlkirinêne, lê heye cûrekî mayîn jî wekî aşîtî bi wan qewila dikare hebe, yên ku bi prînsîpyalî bona Ermenîstanê û cimeta ermenî yên qebûlkirinê nînin. Pirsa me ewe wekî em bikaribin rastîyê û êmosîyayên wê pirsêva girêdayî bidine balanskirinê û bînin li ser wê  deştê. Bi çiqasîva mecalê hebe vê yekê bikin, ez nikarim bêjim”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button