Pêşengehên mûzêya dîroka Ermenîstanê li mûzêya Brîtanyayê
Balyozê Ermenîstanêyî li Brîtanyayê Nêrsîsyan 2 ê gulanê bi rêvebirê mûzêya Brîtanyayê Hartvîg Fîşêr û serokê mûzêya dîroka Ermenîstanê Davîd Poxosyanra hevdîtin pêk anî.
Balyoz bi kêfxweşî ragîhand ku pêşangehên ermenîya yên ku mûzêya Brîtanyara hatine pêşkêşkirin wê li mûzêya “Dewlemendî û hêz: ji Farizistanê heta Yûnanistanê” bê nîşandayînê
Li ser awayên hevkarîya Ermenîstanê û mûzêya Brîtanyayê û her wiha li ser pêrspêktîva berfirehkirina hevkarîya mûzêya Brîtanîyayê bi mûzêya dîroka Ermenîstanêra hatine gotûbêjkirin.
3 ê gulanê bayloz Nêrsîsyan beşdarî vekirina mûzêya “Dewlemendî û hêz: ji Farizistanê heta Yûnanistanê” bûye.
Di berhevokê da gelek nimûnên ermenî yên ku ji mûzêya Êrêbûnîyê û mûzêya dîroka Ermenîstanê hatine anînê, tên nîşandayînê.