H’emû nûçeSereke

Gelo Yekîtîya Avropayê amadeye hindava Adirbêcanêda sanksîya bide xebatê?: bersiva serokwezîrê Çêxîyaye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr nava dorana seredana li Çêxîyayê rastî serokê hukumata wî welatî Pêtêr Fîala hatîye. Piştî qisa başqe, Paşînyan û Fîala hevraxeberdan bi teşkîla  berfireh berdewam kirine.Dawîya hevdîtinê, serokwezîrên herdu welata bi elametîyava pêşda hatine. Nava elametîyada hatîye dîyarkirinê, wekî elametîya tevayî, ya pêşkêşî 30 salîya pêwandîyên dîplomatîye di navbera Ermenîstanê û Çêxîyayêda, hatîye îmzekirinê.

Xêncî  rojeva dualî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê hukumata Çêxîyayê Pêtêr Fîala derheqa cêrge pirsên ewlehkarîyê û herêmî xeberdane. Bi gotina serokwezîrê Ermenîstanê gotûbêjkirinên vekirî pêk hatine.

“Em difikirin wekî civaka navnetexweyî wê qîmetê zelal bide kirinên Adirbêcanê, bi taybtî bona wê yekê, wekî bi qîmetkirina me kirinên Adirbêcanê bona amadekirina mîyaserkirina paqijkirinên êtnîkîne, yên li Qerebagê. Nava vê pirsêda em pêwîst hesab dikin, ku koma navneteweyî here Qerebagê û  korîdora Laçînê”,- Paşînyan gotîye.

“Em bona wê yekê xemgînin, wekî halê hûmanîtarî , yê li Qerebagê wî cûreyîye, sedema kîjanî dorgirtina korîdora Laçînêye û nava wê pirsêda em  bona tabîya Yekîtîya Avropayê qayîlin.Em bawarin,wekî gerekê hemû gav bêne avîtinê, ku aşîtî û qewînbûn li Qerebagê, li herêma Qafqasîyayê îzbatbe”,- serokwezîrê Çêxîyayê gotîye.

Serokwezîrê Çêxîyayê daye dîyarkirinê, wekî gerekê peymaneke usa bê îmzekirinê, ya ku wê bona hemû alîya ya qebûlkirinêbe. Pêtêr Fîala usa jî daye bawarkirinê, wekî Çêxîyayê hemû gavên pêwîst biavêje, bona ku li herêmê bighîjine aşîtîyê.

Serokwezîrên Ermenîstanê û Çêxîyayê usa jî derheqa sanksîyayên hindava Adirbêcanêda xeberdane.

Çawa bersiva wê pirsê, Pêtêr Fîala gotîye, wekî ew dikarin piştgirîyê bidine înîsîyatîvayên aşîtîyê û wan cedandina, yên ku wê li herêmê qewînbin.

“Armanca Çêxîyayê û welatên Yekîtîya Avropayê ewe, ku li herêmê bighîjine qewînbûnê, aşîtîyê, ya ku dide kifşê, ku gerekê garantîyayê bidine mafên Ermenîstanê û mafên ermenîya. Ew yek tiştekî girînge.

Me wî alîda gavên konkrêt avîtine, Komara Çêxîyayê alî cîhwarkirina mîsîya monîtorîngê kirîye û nava wê mîsîyayêda heft pêşezanên çêx jî hene”,- serokwezîrê Çêxîyayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button