H’emû nûçeSereke
Polîsîya krîmînal wê bê sazkirinê
Wextê civîna hukumatê, endamên hukumatê begemîya xwe dane projeya guhartinên nava qanûna qulixkirina li prolîsîyayê.
Têra tê dîtinê bi dereca qeza, usa jî li Yêrêvanê, beşên polîsîyayêye cuda-cuda hebin, kîjan wê bi eşkerekirina xirabkarîyên giranva mijûlbin.
Bi gotina wezîrê karên hundur, Vahê Gazaryan, piştî avabûna beşên polîsîya krîmînal, beşên polîsîyayêye li qeza wê bêne belavkirinê: “Bona wê yekê niha pêşbirka vekirî tê pêşnîyarkirinê, cêribandina kîjanê îdî heye”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye, wekî navên qulixa jî wê bêne guhartinê.