H’emû nûçeSereke

Vahagin Xaçatûryan Çarlizê Sêem vexwendî Ermenîstanê kirîye

 Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, girêdayî tacdayîna padişê Brîtanîya Mezin û Îrlandîya Bakûr Çarlizê Sêemra pîrozbahîya xwe raber kirîye.

Nava pîrozbahîyêda hatîye gotinê:

 “Ez bi dil We û endamên malbeta padişê û usa jî cimetên Brîtanîya Mezin  pîroz dikim.

Merasîma tacdayînê gelekî li ser min tehsîr kirîye û ew yek bêguman bûyara dîrokîye. Ez hêvîdarim, wekî Hûnê bi xwepêşkêşkirin rêberîya padişatîyê bikin û Hûnê qulixî cimeta brîtanî bikin, bi xweykirina kevneşopîyên taca padişatîyê.

 Ez hêvîdarim, wekî wextê padişatîya xwe Hûnê usa jî pêwandîyên ermenîya-brîtanîya qewînkin, boy herdu welat û cimetên me.

Bi xebitandina vê mecalê, ez We vexwendî Ermenîstanê dikim.

Ez bo We tendurustîya baş, qewatê nava rêberkirina padişatîyêda dixwezim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button