
Pêşxistina manyovrayeke sîyasî ya serketî li ser bingeha pêlên berdewam yên tundûtûjîya tirka-azêrîya ya têkildarî heykelê Nêmêsîse. Mantîqa wê wiha ye: “Bikaranîna xeletîya dijberê xwe ji bo derbaskirina qalibên ku wî ji wera afirandîye derbas bike”.
Mesele ewe ku gavên Ermenîstanê yên têkildarî erdheja meha çile ya li Tirkîyayê, dayîna alîkarîyên mirovî, bi rêya wezîrê karên derra sersaxîyên fermî her wiha li herêma Tirkîyayê-Ermenîstanê di bin ronahîya navneteweyî da jîngeheke erênî çêkir.Sînordarkirina gavên obyêktîv yên Tirkîyayê û bersivên ji bo pirsgirêkên herêmî yên girêdayî Ermenîstanê.
Bi rastî ev ji bo Adirbêcanê jî pirsgirêkeke cidî bû, ji ber ku li gorî sîyaseta tirka-azêrîya ya têkildar, ne pêkan bû ku bi tevahî paşxaneya provokasîyonên bênavber, bi kêmanî sîyasî û propaganda, li ser rêwerzên dewletên Ermenîstanê peyda bike, ku ev çend salin em pêra rû bi rû ne.Û niha, bi rastî, pêngava ermenî ya bi temamî nehesabkirî ya ji alîyê dem û rewşêva, dîyarîyeke raste-rast ji tandema Bakû-Enqerê bû di warê gîhandina Ermenîstanê berbi dawîyê, ku bi taybetî ji hêla koordînatorên sîyaseta propaganda Bakûyê.
Tenê dixwazim bînim bîra we ku Adirbêcanê ji Tirkîyayê zûtir bersiva vekirina heykel da. Paşê jî girtina rîya hewê, serdana Elîyêve li Stenbolê, soza învêstîsîya bi mîlîyonan dollara, li herêmê zirara dîtinêye piştî erdhejê û gotinên serokatîyên tirk yên li dijî Ermenîstanê bi zar.Di rewşa heyîda, tiştekî xwezayîye ku tenê bi gotinên fermî yan jî bi jêstên din yên di wî warî de, nikare Tirkîyayayê derbasî rewşa berê bike. Gavên awarte ji Ermenîstanê bên xwestin ku nîqaşkirina wan ji bo me encamên sîstêma nirxan hebe.
Lê hilbijartinên li Tirkîyayê li pêşin, divê em rêça wan ji nêz ve bişopînin û hewl bidin ku derfetên rewşê bi dest bixin da ku heta ku dibe bila bibe reftara Enqerê vegere ser rîya pêşbînîyê.







