H’emû nûçeSereke

Hê zûye ku meriv  Airbêcanêra li ser îmzekirina peymana aştîyê biaxive: Paşînyan

Kirinên Adirbecanêye provokasîyon ewe ku pêşkeftinên hevraxeberdanên ku di danûstandinên 1-4 ê gulanê li Waşîngtonê hatin kirin, biteribîne, îro serokwezîrê Komara  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  li civîna hukumatêda got.

Îro sibê  zû hêzên çekdarên Adirbêcanê  berbi  nehîya Gêxarkûnîkêye Sotkê  gulebaran kirîye. Nava encama êrîşêda 4 leşkerên ermenî birîndar bûne.

 “Armanca provokasyona  îro jî ewe ku civîna sêalî ya ku roja yekşemê 14 ê gulanê li Bryûsêlê û hevdîtinên 5 alî yên ku 1 ê hezîranê  li Kîşnêvê  bê kirin, biteribîne.Cêribandin nîşan dide ku Adirbêcan tenê ji bo bidestxistina êskalasîya ji bo zêdebûn û şer pêdivî bi proseya danustandinan heye, lê zêdebûn tenê ji bo teribandina pêşkeftinên ku hevraxeberdana  bi dest ketine, tê bikaranîn”,- ewî got.

Li gorî serokwezîr, armanceke din jî ewe ku bala Ermenîstanê û civaka navneteweyî ji rastîya danîna  posta li korîdora Laçînê dûr bixe û li cihekî nû krîzeke nû çê bike.

Ewî daye kifşê, ku cêribandinên Adirbêcanê, kêşe di navenda balkişandinê da maye û divê peywendîyên aktîv bi civaka navneteweyîra li ser vê mijarê berdewam bin.

Serokwezîr Paşînyan dîyar kir ku ew hîn jî bi biryarin ku beşdarî civîna Bryûksêlê bibin, lê îhtîmala ku roja yekşemê bi Adirbêcanê ra peymana aştîyê bê îmzekirinê.

“Pêşnûmeya rêkeftina pêkanîna aştî û peywendîyên di navbera dewletan di pêvajoya destpêkêda ye û hê zûye ku em  derheqa îmzekirinêda xeberdin”.

“Adirbêcan bi kirinên îro, peymanên bingehîn yên ku 6 ê cotmeha  sala 2022 a li Prahayê û 31 ê cotmeha  sala 2022 a li Soçîyê hatin kirin, dike bin şikberîyê”,- Paşînyan elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button