H’emû nûçeSereke

Hewaskarîya welatîyên bîyanî zêde bûye: Gazaryan derheqa mîgrantada

Nava van deh salên dawîda hewaskarîya welatîyên bîyanî, ya hindava Ermenîstanêda zêde bûye.Ew usa jî mîgrantên xebatê û yên xwendinêne.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda serokê qulixdarîya mîgrasîyon Armên Gazaryan gotîye.

Gazaryan gotîye, wekî dînamîka mîgrasîyayê li Ermenîstanê hatîye guhartinê.

Bi gotina wî, nava pênc salên dawîda tehsîra koronavîrûsê jî hatîye kifşê. Sala 2022 a derbazbûna ji sînor gihîştîye 38 000 merivî.

“Ola mîgrantaye mezin îdî heye. Heger em wê yekê binihêrin, ku dînamîka çûyîn-hatina welatîyên bîyanî çi cûreyîye, wî çaxî tê kifşê, wekî hewaskarîya hindava Ermenîstanêda gelekî mezin bûye”,-Gazaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button