H’emû nûçeSereke
Ermenîstan ketîye nava navnîşa wan welata, li kîderê dikarin baş hêsabin

Tayland, Ermenîstan, Adirbêcan, Vîêtnam û Korêya Başûr nava navnîşa wan welatadanin, li kîderê havînê tûrîst dikarin hêsabûna xwe derbazkin û gelek pera xerc nekin. Fikira wî cûreyî asosîyasîya opêratorên tûrîzmê raber kirîye. Pêşezanên asosîyasîyayê encamên lêkolîna kompanîya Cotswold Outdoo anîye ber çeva, kîjanêda bahên hotêla û cîhên çûyînê, xurekên li dikana, hatine dîyarkirinê. Pêşezana dane zelalkirinê, wekî nava wan pênc welatada, nava çar rojada dikarin ji 30 yî hetanî 90 dolarî xerckin. Bi wan pera dikarin hotêlêda bimînin û bi transportê jî bigerin.







