H’emû nûçeSereke

Gelo çi feyda ji hevdîtina li Bryûsêlê ya Paşînyan- Elîyêv-Mîşêl hatine stendinê: sîyasîzan şirove dike

Wextê hevdîtina 14 ê gulanêye li Bryûsêlê, feydayê here sereke ew qayîlî hatîye destanînê, ku rîya hesinîye tevî Nexçêvanê bê dasekinandinê.Derheqa wê yekêda serokê merkeza dêmokrasîyayê û ewlehkarîya herêmî Tîgran Grîgoryanê sîyasîzan gotîye.

Bi gotina sîyasîzan xala here bi qalme-qalm naskirina yekîtîya têrîtorîyava girêdayîye.Vê carê Şarl Mîşêl zelal dabû dîyarkirinê, ku têrîtorîya Ermenîstanê 29 800 çargoşe kîlomêtre, lê ya Adirbêcanê 86 600 çargoşe kîlomêtre / 86 600 çargoşe kîlomêtir axa Adirbêcana Sovyêtê bû, dikete nava kîjanê usa jî Qerebax/.

“Bi rastî ev qayîlî hê cotmeha sala 2022 a li Prahayê hatibû destanînê.Wî çaxî reqem tunebû, lê merivên ku dîna xwe didane pêvajoyê ew yek hesab hildidan.Hema xût alîyê ermenî li ser wê pirsê sekinîye ku reqema bidine kifşê.Ez bîr bînim, wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr bi meha ser hev digot, wekî heger Adirbêcan amadebe 29 800 çargoşe kîlomêtir axa Ermenîstanê naske, wî çaxî Ermenîstan jî wê amadebe axa Adirbêcanêye bi navneteweyî naskirî nas bike.

Van dawîya, Adirbêcanê nedixwest li gorî xerîtên yekîtîya Sovyêtê sînor bidana dîyarkirinê.Tê texmînkirinê, wekî alîyê ermenî hîvîdare wekî piştî vê hevdîtinê dora wê pirsê wê qayîlî hebe, lê li vir jî hal yê optîmîstî nîne.Ez bi dijwarî tînim ber çevê xwe ku Adirbêcanê çi cûreyî qayîlbe, ku eskerên xwe ji axa Ermenîstanêye serbixwe paşda vekişîne. Gilî derheqa wan topraxadane, kîjan ji sala 2021 ê da Adirbêcanê dagir kirine”,-Grîgoryan gotîye.

Sîyasîzan daye dîyarkirinê, wekî hevdîtina li Bryûsêlê wê diha berbiçevbe, heger pevketina derheqa dîlên leşkerîda bê mîyaserkirinê.

Çi ku derheqa pirsa Qerebagêdane, sîyasîzan gotîye, wekî nava elametîyêda xeberên gelekî fesal hatine xebitandinê.

“Ez nafikirim, wekî nava vê pirsêda pêşkeftin heye.Ew yek pirsgirêka serekeye û hetanî ku dora vê pirsê pevektin tunebe, gerekê hêvîdar nîbin ku dokûmêntê bê îmzekirinê.

Grîgoryan encamekî mayîn jî wê yekê hesab dike wekî Adirbêcan derheqa beşdarbûna xweda ya  1 ê hezîranêye li Kîşnêvê îzbat kirîye. Bi gotina sîyasîzan, ew hevdîtina pêncalî wê berdewambe.

Grîgoryan usa jî derheqa wê pirsêda xeberdaye ku Rûsîya nava hemtêksta wan hevdîtinada rola çi cûreyî dikare hilde ser xwe. Grîgoryan gotîye, wekî nava vê pirsêda gerekê rojeva ji hev bidine cudakirinê. Dîyare, wekî nava pirsa Qerebagêda tabîyên Rûsîyayê û rojavayê cuda dibin. Bona Rûsîyayê tê bêjî tiştê qebûlkirinê nîne wekî Rojeva sazbûna mêxanîzma navneteweyî, ya dîyaloga Stêpanakêrtê û Bekûyê hebe. Ew dibêjin wekî formata usa îdî heye û bi navçîgarîya aşîtîparêzên rûs îdî hevdîtin çê dibin.

Derheqa vekirina rîyada, Grîgoryan gotîye, wekî hemû alî jî niha bi aktîvî dixebitin, ku rîya hesinî bê vekirinê.

Nava pirsên dêlîmîtasîyayê û dêmarkasîyada hevraqayîlnebûnên mezin di navbera naçîgarada tunene û hemû alîyên naçîgar jî dixwezin ku dîyarkirina sînora li ser bingeha xerîtên Yekîtîya Sovyêtê bê mîyaserkirinê. Bi gotina sîyasîzan, Rûsîya dibêje wekî tenê bi naçîgarîya wê dikarin wê yekê bikin, çimkî ew xerîte li Moskvayêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button