H’emû nûçeSereke
Rîya hesinî gerekê tenê bin qanûndarîya Ermenîtstanê bişuxule: cîgirê wezîr

Bona alîyê ermenî ew yek tiştekî prînsîpyale wekî rîya hesinî tenê bin kontrola qanûndarîya Ermenîstanêda bişuxule.Derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan gotîye rojnamevana û serda zêde kirîye wekî fikira derheqa wa gotî “korîdorêda” wextê hevdîtina Paşînyan-Mîşêl-Elîyêv nehatîye dîyarkirinê.
Bi xeberdana derheqa vekirina rîyada, Hovhannîsyan gotîye, wekî li vir xetên sor hene.Bi gotina wî, rîya hesinî gerekê tenê bin qanûndarîya Ermenîstanêda bişuxule. “Girêdayî wê pirsêra, ez bêjim, wekî tenê piştî stendina garantîya dikarin derheqa xebatên çêkirinêda xeberdin”,- cîgirê wezîr gotîye.







