Adirbêcan mîrata ermenîye ruhanî, ya li Qerebagê dide tunekirinê: dêpartamênta ŞAY, ya dewletê

Wezîreta karên der, ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî raporta derheqa azaya dînîda belav kirîye.Nava raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan dikeve nava navnîşa wan welata, yên ku dikevine bin kontrolê.
Sala 2022 a da halê azaya dînî, yê li Adirbêcanê dînamîka xirab daye kifşê. Hukumatê kontrola mezin danîye ser şuxulkarên dînî, ew binçev kirine û girtine.
Hatîye dîyarkirinê, wekî dawîya sala derbazbûyî bona fikirên dînî li Adirbêcanê 19 meriv hatine girtinê. Organîzeyên mafparêz, yên li Adirbêcanê dibêjin, wekî hukumatê dîsa zordarî hindava aktîvîstên dînî daye kifşê û ew bi menîyên cûre-cûre girtine.
Raportêda usa jî hatîye gotinê, wekî li wan nehîyên Qerebagê, yên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, mîrata ermenîye ruhanî tê tunekirinê.
“Organên navneteweyî û organîzeyên mayîn şikberin ku hukumata Adirbêcanê wê mîrata Qerebagêye çandî û ruhanî biparêze.
Meha sibatê wezîrê kûltûrayê Anar Kerîmov elam kir wekî koma xebatê hatîye sazkirinê, bona ku nivîsarên li ser dêrên ermenî bidine derxistinê. Diqewime hukumat ji vê bernamê paşda sekinî û meha adarê parlamênta Avropayê ev yek gunehkar kir”.







