Gerekê lez mîsîya YÛNÊSKO ê bişînine Qerebagê û dor-berên wê: Krîstîan Têr-Stêpanyan

Li merkeza YÛNÊSKO ê civîna şêwira organîzeyêye 216 a pêk hatîye. Hema wê rojê jî wekîlê Ermenîstanêyî li YÛNÊSKO ê Krîstîan Têr-Stêpanyan bi axaftin pêşda hatîye.
Nava axaftina xweda wekîlê Ermenîstanê ew hal raber kirîye, yê ku nava encamê agrêsîya Adirbêcanêye 13 ê îlona sala 2022 a da pêşda hatîye û rûyê wê yekêda li wan nehîya sîstêma xwendinê zîyanê ketîye. Krîstîan Têr- Stêpanyan gotîye, wekî YÛNÊSKO cabdarîyê bona wan meriva dikişîne, mafê kîjanaye perwerdê tên pêpeskirinê.
Nava wê hemtêkstêda ewî usa jî derheqa encamên dorgirtina korîda Laçînêda bîr anîye û gotîye wekî nava encamên wê yekêda mafê perwerda 30 000 zarokî hatîye pêpeskirinê. Ewî careke mayîn îzbat kirîye, wekî pêwîste lez mîsîya Organîzeya Netewên Yekbûyî bişînine herêmê.
Wekîlê Ermenîstanê nava axaftina xweda usa jî xemgînî daye dîyarkirinê, girêdayî wê yekêra wekî li wan nehîyên ku ketine bin kontrola Adirbêcanê, mîrata ermenîye çandî bin qezîyayêdane, bi taybetî li Şûşîyê û Hadrûtê.Wekîlê Ermenîstanê usa jî ew yek îzbat kirîye ku gerekê mîsîya organîzeyê usa jî bişînine Qerebagê û nehîyên der-dorên wê.







