SerekeSîyasî

Li bajarên kurda dengên here zêde dane Kiliçdaroglû

Lîdêrê opozîsîyonê û kandîdatê bona qulixa serokê Tirkîyayê Kemal Kiliçdaroglû dengên here zêde li pênc provînsîyayên kurda berev kirine.Partîya Keska qirar kiribû ku kandîdatê xwe bona qulixa serokê dewletê pêşda nekişîne. Dewsa wê yekê sîyasetmedarên  Çep piştgitrîya xwe dane kandîdatê opozîsîyona yekbûyî. Li gorî melûmetîyên nefermî piranîya denga, yên ku Kiliçdaroglû stendine, bi saya kurdên li pênc provînsîyayên welêt hatine berevkirinê. Nava wanda cîhê ewlinda Tûncêlîye /Dêrsim/, li kîderê 80,26 bijarvana dengê xwe dane  Kiliçdaroglû. Piştî Tûncêlîyê Şirnax û Colemêrgin.Cîhê çaremînda jî Dîyarbekire. Cîhê pêncada jî Batmane, li kîderê 67,57 deng gihîştine Kiliçdaroglû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button