H’emû nûçeSereke

Xaçerêyeke li Los Ancêlêsê  çawa “Meydana Komara Arsaxê” hatîye navkirinê

Şêwira Los Ancêlêsêye bajêr qirar kirîye, ku xaçerêyeke li Los Ancêlêsê  çawa “Meydana Komara Arsaxê” bê navkirinê. Hatîye dîyarkirinê, wekî ew gav bona qedirê wê herêma nava şêrda hatîye avîtinê, ya ku bona dîyaspora ermenîye li Los Ancêlêsê gelekî girînge.

Serokê şêwira bajêr Pol Krêkoryan gotîye, wekî ew xaçerê bona wê yekê hatîye bijartinê, çimkî konsûlxana Adirbêcanê li wire. Hatîye gotinê, wekî ji meha kanûnêda Adirbêcanê dora Arsaxê girtîye, rûyê çida cimeta Arsaxê rastî pirsgirêka hatîye.

“Dîktatorê Adirbêcanê eşkere  gef xwerine, wekî wê komkujîyê mîyaserke û bang kirîye ku ermnîya ji wan dera derxin. Me ev gav bona wê yekê avîtîye, ku em piştgirîya  cimeta Los Ancêlêsê, ya hindava cimeta Arsaxê  îzbatkin”,- Krêkoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button