H’emû nûçeSereke
Bekûyê mafê navneteweyî teribandîye, berbi avtomaşîna ambûlansê agir kirîye: parlamêntvana fransî

Parlamêntvana Fransîyayê Ann Loran Pêtêlê derheqa bûyara teribandina agirbestêye ji alîyê Adirbêcanêda, ya li Sotkê qewimî, xeberdaye û daye dîyarkirinê, wekî Bekûyê mafê navneteweyî teribandîye, berbi avtomaşîna ambûlansê agir kirîye.
“Wextê parastina sînora, li gundê Ermenîstanêyî Sotkê leşkerekî ermenîyî 20 salî hatîye kuştinê. Adirbêcanê mafê navneteweyî jî teribandîye, dema ku li ser wê avtomaşîna ambûlansê agir kirîye, kîjanê ew leşker cîguhastî dikir.Adirbêcanê xwe çawa dewleta qaçax xweyî kirîye û pêwîste navê agrêsor û yê ku hatîye êrîşkirinê, bidine dîyarkirinê”,- parlamêntvana fransî gotîye.







