H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan gumane ku Ermenîstan tu îhtîmalek ji welatên Rojava wernagire ku Rûsyayê derxe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pasinyan  îzbat dike ku Ermenistan tu îhtîmalek ji Rojava wernagire ku têkiliyên xwe bi Rûsyayê re qut bike yan jî Rûsyayê derxe. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, serokwezîr civîneke çapemeniyêye îroda  li ser vê yekê axivî û  bi daxuyaniya wezîrê  Rûsyayêyî karen der Sergey Lavrov kir ku agahiya wî heye ku rojava sînyalan dişîne Ermenistanê ku Rûsyayê ji welatê xwe derxîne, soz dide ku ewê Ermenîstanê biparêzin.

 “Em tu îhtîmalek ji Rojava wernagirin ku têkilîyên xwe bi Rûsyayê ra qut bikin, Rûsyayê derxînin derve, me negirtîye û ez bawer nakim ku ticarek wiha çêbibe. Nîşan dikarin li ser pêşkeftin yan rêça têkilîyên dualî bin, ku Rûsya jî di nav deye. Bi gotineke din, em têkilîyên xwe yên dualî bi hevkarên xwe yên rûsra pir zelal gotûbêj dikin. Û ez wisa difikirim ku tu xaleke tarî di wan axaftinên derbarê nîgeranîyên me yên li ser Rûsyayê li herêmê û rewşa heyî ya di têkilîyên me de tunene”,-Paînyan got,

Wî amaje bi rewşa korîdora Laçînê kir û bi bîr xist ku li gorî daxuyaniya sêalî ya 9 ê mijdara sala  2020î, erkê Rûsyayê ye ku korîdora Laçînê di bin kontrolê de bihêle. Di daxuyaniya sêalî de hat destnîşankirin ku divê korîdor di bin kontrola hêzên aştiyê yên Rûsyayê de bimîne. Lewma danîna xaleke kontrolê ya neqanûnî ji aliyê Adirbecanê ve binpêkirina wê erkê ye. “Diviyabû Rûsyayê ew korîdor di bin kontrola xwe de bigirta. Di demên borî de me gelek caran hem li ser asta kar û hem jî di raya giştî de behsa bûyerên ji Xsaberdê heta Parûxê kiriye. Di dawiyê de, daxuyaniya sêalî têgeha xeta pêwendiyê û erkên hêzên aştîparêz yên Rûsiyê di nav xetê de tomar kir û me bi berdewamî teşwîq kiriye, ku me ti pirsgirêk dernexistiye, ku me bikaribe alîkariya wan erkan bike. bi temamî pêk bê”,-serokwezîr got.

Paşînyan naxwaze Rojava yan jî her daxuyanîyeke ku tê îdîakirin ji alîyê Rojava ve hatîye kirin, di têkilîyên Rûsyaye û Ermenîstanê de bibe faktoreke girîng û sereke. “Faktora herî girîng di têkilîya me de têkilîya me ye, berpirsiyarîyên me yên li hember hevin. Ev erk heta çi radeyê pêk tên? Ez bawer nakim ku Rojava destê tu kesî girtibe û nahêle ev erk bên bicihanîn, di warên cûre-cûreda, di warê ewlehîyê de, di warê hevkarîyên leşkerî-teknîkî de, bi girêdana bi çalakîyên hêzên aştîxwaz li Qerebaxê.

Di bûyerê de şofêrê traktorê dema karê çandinîyê dikir li ber destê aştîparêzekî jîyana xwe ji dest da. Û em difikirin ku reaksîyona Rûsyayê li hember wê ne rast bû. Her wiha, bi qasî ku ez agahdarim, aştîparêzan îqna kirin ku ew zilam biçe ser jor, pirsgirêk nîne, em li vir in, emê ewlehîya we biparêzin, lê ew zilam piştî nîv sehetî hate kuştin. Çi eleqeya Rojava bi vê re heye? Îro ji sedî 90 ê hevwelatîyên me yên ku dîl hatibûn girtin, piştî bicihkirina hêzên aştîparêz yên Rûsyayê û li qada berpirsyariya hêzên aştîyê hatin girtin. “Çi eleqeya Rojava bi vê heye?”-ewî da kifê,

Paşînyan destnîşan kir ku tu rojeveke ku Rûsyayê ji rojeva Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, Ermenîstan-Þtatên Amêrîkayêye Yekbûyî derxîne, tune ye. Di heman demê de, wî got jî ku wan dest bi gotûbêjkirina mijarên ewlehîyê bi hevkarên xwe yên rojavayî re jî kir, ku berê ne wisa bû, ji ber ku wan dihesibîn ku mîmarîya ewlehîyê li herêmê heye, ku divê pêbawer û bêhêz be, bi kêmanî de jure. Serokwezîr herwiha got: “Dema em dibînin ku sîstêma ewlekarî ji ber sedemên obyêktîv û sûbyêktîv, weke ku di belgeyên qanûnî yên qanûnî de hatîye formûlekirin naxebite, em bi hevkarên rojavayî û ne tenê yên rojavayî re jî mijarên rojeva ewlehiyê gotûbêj dikin”,-serokwezîr da kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button