H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan û Xavîyêr Kolomîna pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û NATO ê gotûbêj kirine

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wekîlê NATO ê yî li Qafqasîya Başûr û Asîya Navîn Xavîyêr Kolomîna qebûl kirîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî beşdarên hevdîtinê pirsên derheqa hevkarîya Ermenîstanê û NATO ê gotûbêj kirine.
Xeberdan usa jî derheqa halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya, çareserkirina dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê, halê dora Qerebagê, bi taybetî krîzeya ku rûyê dorgirtina korîdora Laçînê pêşda hatîye û cêrge pirsên mayîn çûye.







