ŞAY têra dibîne wekî li Ermenîstanê dikarin rêaktorên biçûk çêkin

Meremê hukumatê heye ku karebûnên Ermenîstanêye atomî bidine pêşxistinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.
“Mixabin, wedê stansîya meye atomî dikare bighîje dawîyê û piştî wê yekê em nikarin bidine xebatê. Niha em tevî çend hevkara dora çêkirina stansîya atomî hevraxeberdana pêk tînin û ew hevraxeberdan him tevî Rûsîyayê, him jî tevî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, usa jî tevî welatên sêemîn tên pêkanînê. Niha em têra dibînin ku ji wan cûra kîjan diha kardare”,- ewî gotîye. Bi gotina Paşînyan, zûtirekê dêlêgasîyayê ji Ermenîstanê here Ştatên Yekbûyî ku li wir cîda nasîya xwe bidine mecalên stansîyayên atomî, yên tîpa modûlî. Serokwezîr gotîye, wekî stansîyayên modûlî dikarin bi qewata 70 mêgavatî bixebitin û wana dikarin bi parça çêkin.







