H’emû nûçeSereke

Gerekê nava şêr û aşîtîyêda bijartinê bikin: Papoyan

Parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl” Gêvorg Papoyan wê yekê girîng hesab dike wekî Ermenîstan gerekêk bi rojeva aşîtîyê pêşda here, çimkî rêyeke başqe tune.Nava axaftina xweda ewî derheqa ji alîyê Ermenîstanêda  naskirina axa Adirbêcanêda xeberdaye.

“Em gerekê fem bikin, wekî roja îroyîn li dinîyayê halekî çi cûreîye.Cimet û desthilatdarîya me, sîstêma sîyasî gerekê bijartinê bike.Bijartin eve, yan aşîtî, yan şer, û ew jî şerê dijî Tirkîyayê û Adirbêcanê. Bi hesabhildana halê Rûsîyayêye gêopolîtîkî, yê roja îroyîn, em tînin ber çevê xwe  ku ew piştgirî dikare çiqasbe. Hûn zanin, wekî li dinîyayê derheqa dew û doza Arsaxêda, derheqa yekîtîya têrîtorîya û xweqiraribûna neteweda çi difikirin”, Papoyan gotîîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî nava vî halîda gerekê birîyarkin ku berbi şerê dijî Tirkîyayê û Adirbêcanê herin, yan bi rîya aşîtîyê pêşda herin, serbestîya Ermenîstanê,  ewlehkarîya cimeta ermenî û mafê jîyîna cimeta  ermenîye li Arsaxê biparêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button