Halê li Arsalê û li korîdora Laçînê dîsa serte:Paşînyan
Rûyê kirinên Adirbêcanêda halê li Qerebagê û li korîdora Laçînê dîsa sert dimîne, li herêmê halê hûmanîtarî sert bûye. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
“Bi fikira herêmî, em nava halê gelekî sertdanin. Adirbêcanê bi neqanûnî korîdora Laçînê daye girtinê, rûyê kîjanêda Qerebag ketîye nava krîzeya hûmanîtarî.Dayîna gazê û ênêrgîya êlêktrîkî hatine sekinandinê û ew yek halê li Qerebagê dide sertkirinê”,- ewî gotîye.
Serokwezîr serda zêde kirîye, wekî birina xurek û eşîyayên mayîn, yên berbi Qerebagê girane, aşîtîparêzên rûs alî helkirina pirsgirêkê dikin.
“Mixabin, girtina korîdora Laçînê li ber aşîtîparêzên rûs qewimîye”,- ewî gotîye.
Paşînyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî hemû qulixdarîyên Ermenîstanê amadene ku çûyîn-hatina hemû cûrên transportê yên nava Ermenîstanêra bêne çareserkirinê.