H’emû nûçeSereke

Rûsîyayê li Syûnîkê konsûlxana xwe veke

Fêdêrasîya Rûsîyayê wê li qeza Erenîstanêye Syûnîkê konsûlxana xwe veke. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Rûsîyayêye karên der Sêrgêy Paltov gotîye.

“25 ê gulanê, wextê hevdîtina li Moskvayê, ya Paşînyan û Pûtîn alîyê ermenî begemîya xwe daye pirsa vekirina konsûlxana rûsîye li Syûnîkê”,-  “Alfa Nyûz” ê gotinên Paltov anîne ber çeva.

Dîplomatê rûs gotîye, wekî bona vekirina konsûlxanê gerekê rojeva dewletêye wededirêj neyê pêkanînê, ya ku hewcê wedekî dirêje, lê pêwîste bi rîya zelalkirî pêşda here.

Paltov gotîye, wekî hatîye qirarkirinê wekî meriva bişînin û cîda xebatê mîyaserkin.

“Bona ku ew cîda destbi xebatê bikin û emekê xwe ne tenê bikine nava xweykirina dostîya ermenîya-rûsa, lê usa jî nava karê ewlehkarîya herêmê, ya ku bona Ermenîstanê girînge. Ez hêvîdarim, wekî meha hezîranê seredan me wê kardarbe”,- Sêrgêy Paltov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button