Projeya qayîlkirî tune, kîjanê wê bikaribin îmzekin: Paşînyan derheqa hevdîtina li Kîşnêvê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê wextê axaftina xwe elam kirîye, wekî ew ji encamên hevraxeberdanên dora vekirina korîdora Laçînê, ya tevî hevkarên rûs razî nîne.
“Ez dibêjim, wekî têmake gotûbêjkirinê derheqa halê Qerebagêyî hûmanîtarîda bû û usa jî derheqa vekirina korîdora Laçînêda bû. Me ew têma tevî hevkarên xweye rûs gotûbêj kirîye. Ez nikarim bêjim wekî encamên wê gotûbêjkirinê yên razîkirinêne. Halekî nebaşe, wekî girtina korîdora Laçînê li rex aşîtîparêzên rûs qewimîye.Emê hevraxeberdana tevî hevkarên xweye rûs berdewam bikin ku ev hal bê rastkirinê”,- ewî gotîye.
Serokwezîrê Ermenîstanê serda zêde kirîye, wekî Yêrêvan û Bekû dora dokûmênta usa bi hevra qayîl nebûne, kîjanê wê bikaribin li Kîşnêvê îmzekin.
1 ê hezîranê li Kîşnêvê hevdîtina pêncalî, ya serokatîyên Ermenîstanê, Adirbêcanê, Fransîyayê û Almanîyayê, usa jî serokê Şêwira Avropayê wê pêk bê.







