H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bona derketina ji navnîşa reş dixebite

Wezîrê Ermenîstanêyî têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan elam kirîye wekî Ermenîstan bona derketina ji “navnîşa reş”,  ya Yekîtîya Avropayê ji 41 prosêsên pêwîst 23 heb îdî kirine.

Bi gotina wî, qedexa ji alîyê Yekîtîya Avropayêda, ya bona kompanîyayên ermenîye avîyasîyon bona wê govekê derbeke giran bû, lê ew hêvîdare wekî nava mehên nêzîkda ew hal wê bê rastkirinê.

Wezîr gotîye, wekî havîna sala îsalin cêribandinên  mezin wê hebin, çimkî hevkar dîna xwe didinê ku xebatên çawa nava avîyasîya Ermenîstanêda tên kirinê. “ Heger kompanîyayên me wê aûdîtêra derbazbin, ewê bibe destanîna me hemûya, çimkî piştî wê yekê firîna kompanîyayên me, yên berbi Avropayê wê bêne vekirinê”,- Ginêl Sanosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button