H’emû nûçeSereke

Serkarîkirina satêlîtê Ermenîstan bi temamî nikare hilde ser xwe

Ermenîstan dikare ji axa xwe  serkarîyê li satêlîta ermenî bike û têknîka anegor heye. Derheqa wê yekêda wezîrê têknolocîyên bilind Robêrt Xaçatryan gotîye rojnamevana.

Bona bi temamî serkarîkirina satêlîtê, xêncî çareserkirina  mecalên têknîkî usa jî amadekirina kadira tê mîyaserkirinê.

“Em amade nînin bi temamî serkarîkirina satêlîtê hildin ser xwe, çimkî em nava pêvajoya hînkirinêdanin.Em tevî hevkarên xwe dixebitin û her tiştekî girêdayî satêlîta mera, bi gotina me tê kirinê”,- wezîr gotîye û serda zêde kirîye, wekî vekirina merkeza serkarîkirinê wê wî çaxî bê mîyaserkirinê, dema ku stansîya wêye qebûlkirinê amadebe.

Robêrt Xaçatryan usa jî gotîye, wekî zûtirekê satêlîta ji alîyê ermenîyada çêkirî wê amadebe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button