H’emû nûçeSereke

Hevdîtina Mîşêl-Paşînyan- Elîyêv  îro  têra  hatîye dîtinê

Hevadîtina serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê Nîkol Paşînyan û Îlham Elîyêv îro li Moldovayê têra hatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê elam kirîye.

“Hîvîyêne, wekî hevdîtin gerekê nava dorana civîna civaka sîyasî ya Avropayê wê pêk bê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Pêşda hatibû ragîhandirnê, wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan tevî kulfeta xwe Anna Hakobyanê bi seredana xebatêva çûye Moldavayê û ewê hetanî 2 ê hezîranê li wirbe.

Paşînyanê li Kîşnêvê becdarî civîna civaka sîyasî, ya Avropayê bibe.Nava dorana merasîmêda hevdîtinên serokwezîrê Ermenîstanê, yên dualî tevî hevkarên navneteweyî wê pêk bê.

Li Moldovayê usa jî hevdîtina pêncalî, ya serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Fransîyayê, serokwezîrê Almanîyayê, serokê Şêwira Avropayê û serokê Adirbêcanê têra hatîye dîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button