H’emû nûçeSereke
Roja prosêsa mehkemê, ya girêdayî ji alîyê azêrîda kuştina merivê li qeza Syûnîkê eyane
Îşê ku hatîye vekirinê, ku çawa leşkerê azêrî Husêyn Axûndov bi qaçaxî ketîye axa Ermenîstanê û xebatkarê îdara li qeza Syûnîkê kuştîye, li mehkemêye. Bona guhdarkirina prosêsa mehkemê 9 ê hezîranê hatîye kifşkirinê.
Em bîr bînin wekî 10 ê nîsanê du leşkerên azêrî sînorê Ermenîstanêyî dewletê teribandibûn. Ji wana yek li gundê Aşotavanê hatibû dîtinê, yê ku ji alîyê binelîyên gundda hatibû girtinê.
Azêrîyê mayîn piştî sê roja li gundê Açananê hatibû dîtinê. Ew jî ji alîyê gundîyada hatibû dîtinê û girtinê. Herdu azêrî jî niha girtîne.
Piştî girtina azêrîyê duemîn, eyan bûye wekî li Syûnîkê xebatkarê îdara Zangêzûrêye sifir û molîbdênê hatîye kuştinê. Destê wî leşkerê azêrîda têlefona wî merivê kuştî bûye.