SerekeSîyasî

Avtomaşînên polîsîyayê li nehîyên kurda 44 meriv kuştine

Yekîtîya Tirkîyayêye mafên mêriv, ya li Amedê elam kirîye wekî nava van 15 salada rûyê avtomaşînên leşkerî û polîsîyayêda 44 meriv hatine kuştinê, nava kîjanada 21 zarên negihîştî bûne.

Beşa organîzeyêye li Dîyarbekirê ew navnîş raber kirîye. Bi wê yekêva tevayî hatîye dîyarkirinê, wekî 7 ê hezîranê li provînsîya Hekkarîyê zarokeke pêncsalî hatîye kuştinê, ya ku ketîye bin avtomaşîna leşkerî.Xêncî kuştîya, usa jî 94 binelîyên wan nehîya, ji kîjana 23 meriv zarokên negihîştîne, rûyê wan qezîyada birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button