H’emû nûçeSereke
Li Syûnîkê fêstîvala “Pezbirînê” pêk hatîye

10 ê hezîranê li qeza Syûnîkê, li gundê Xotê, bi piştgirîya komîtêya tûrîzmê, fêstîvala “Pezbirînê” pêk hatîye. Armanca fêstîvalê ewe, ku jîyana Syûnîkêye çandî bidine aktîvkirinê û alî pêşkeftina tûrîzmê bikin.
Wextê vekirina fêstîvalê, usa jî wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan li wir bûye.
“Ez gelekî şame, wekî merasîmên vî cûreyî tên teşkîlkirinê û em bi vê yekê dikarin gundên xwe bidine qewatkirinê û aktîvkirinê û girîngîya bîznêsên cîh bidine kifşê”,- wezîr gotîye.







