H’emû nûçeSereke

Deranîna ji Ermenîstanê berbi Rûsîyayê bi 187 selefîva zêde bûye

Deranîna ji Ermenîstanê berbi Rûsîyayê bi 187 selefîva zêde bûye, piranîya kîjanê ewe, ku eşîyayên ku tên Ermenîstanê û ji vir diçine Rûsîyayê.

Derheqa wê yekêda wezîrê  fînansa Vahê Hovhannîsyan li parlamêntê gotîye.

Usa jî çûyîn-hatina tûrîsta zêde bûye û gihîştîye 90,2 selefî, nava kîjanada tûrîstên ji Rûsîyayê gelekin. Feqet wezîr ew yek jî daye dîyarkirinê, wekî tûrîst ne tenê ji Rûsîyayêne, lê usa jî ji welatên mayîn jî gelek tên.

Bi gotina wezîr, sala 2022 a gelek pere ji der hatîye Ermenîstanê û bi saya wê yekê jî  qîmetê diramê ermenî zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button