H’emû nûçeSereke

Bekû lez dikeve?: fikirên pêşezana

Ji Bekûyê dîsa elametîyên dijî tabîya Yêrêvanê û dokûmênta sêalîye 9 ê mijdara sala 2020 î tên bihîstinê. Cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê nava pêvajoya vekirina rîyada dicêribîne bikeve nava pirsên Ermenîstanêye hundur. Ew elam dike,  ku giva rîya ku ji Adirbêcanê diçe Nexçêvanê, gerekê ji alîyê sînorxweykirên Rûsîyayêda bê kontrolkirinê. Ermenîstanê çend cara daye dîyarkirinê, wekî ew rê gerekê ji alîyê wan welatada bêne kontrolkirinê, nava kîjanara ew derbaz dibin. Gelo meremê van elametîyên Bekûyê çiîye?

Bekû hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyê boykot dike û dicedîne ku rêyên ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê statûsa navneteweyî bistînin. Derheqa wê yekêda hinek pêşezana gotine.

Bi gotina wan hema ew bû menî, ku hevdîtina Ararat Mîrzoyan û Cêyhûn Bayramove li Waşîngtonê pêk nehat.Li rex betalkirina hevraxeberdana, cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv dibêje ku giva rêyên ku gerekê nava Ermenîstanêra herine Nexçêvanê, wê ji alîyê sînorxweykirên Rûsîyayêda bêne kontrolkirinê. Feqet ofîsa cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan ew yek înkar kir û da dîyarkirinê, wekî ew rê gerekê bin kontrola wan welatadabin, nava kîjanara ew derbaz dibin.

Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Ovêrçûk jî daye zelalkirinê, wekî kontrolkirina rê birîyara Ermenîstanêva girêdayîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button