Li Enqerê tiştek “dikele”, encamên kîjanê wê piştî çend roja eyanbin: Safrastyan

Piştî hilbijartinên li Tirkîyayê nava pêwandîyên ermenîya-tirkada guhartin wê tunebin.Pêwandîyên tevî Adirbêcanê jî wê usa bimînin.
Fikira wî cûreyî tirkolog Rûbên Safrastyan gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa “Armênprêss” ê daye ku piştî hilbijartinên li Tirkîyayê pêrspêktîva çi cûreyî nava pêwandîyên ermenîya-tirkada wê hebe.
Safrastyan bîr anîye, wekî li Waşîngtonê gerekê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der pêk bihata, ya ku hate paşdaêxistinê. Safrastyan gotîye, wekî nava civîna hukumata Tirkîyayêda usa jî pêvajoya hevraxeberdanên ermenîya-azêrîya hatîye gotûbêjkirinê û serda zêde kirîye, wekî li Enqerê tiştek “dikele”, encamên kîjanê wê piştî çend roja eyanbin.
Bi fikira Safrastyan Êrdoganê dîsa wê sîyasetê berdewam bike, ya ku bona armancekêye, ku welêt bikine nava cêrga wan welata, yên ku bextê dinîyayê birîyar dikin.
Safrastyan serda zêde kirîye, wekî bi fikira wî Êrdoganê mecbûrbe diha gelek wede li ser sîyaseta hundur xercke, çimkî halê welêtî êkonomîkî çiqas diçe, xirab dibe.







