SerekeSîyasî

Qampa “Al Xol” ê têrorîsta ruhdar dike

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya li Îraqê Janîn Hênîs Plasşêrt bona qampa “Al Xol” ê eşaretî daye, ya ku li bakûr-rojhilatê Sûrîyayêye.Ewê bangî welata kirîye, ku welatîyên xwe ji wir derxin û bibin cem xwe.

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî ev elametî li Bexdayê, wextê hevdîtina pêşkêşî pirsgirêkên “Al Xol” ê kirîye, li kîderê malbetên çekdarên DAÎŞ ê tên xweykirinê.

Bi gotina Palsşêrtê, ew yek  qezîyaye ku halê li  qampê hesab hilnedin, çimkî malbetên DAÎŞ ê dikarin îdêologîyayên usa qebûlkin, yên ku doktrînên têrorîstîva girêdayîne.

Prosêsa paşdavegerandina welatîya birîyara raste, him bona Îraqê û him jî bona her welatekî, welatîyên kîjana li wê qampêne. “Ez dikarim tenê biwekilînim wekî gerekê vî halî bêyî guhdarî nehêlin”,- wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button