H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dicêribîne tabîya agrêsîv bide kifşê, bi wî meremî, ku nava hevraxeberdanada diha zêde tiştî bistîne: Xandanyan

Adirbêcan tabîya xwe naguhêre û berî  hevraxeberdanên ermenîya-azêrîya û usa jî piştra dicêribîne li ser erdê tabîya xweye agrêsîv bide kifşê, bona ku dora sivira hevraxeberdana diha zêde tiştî bistîne. Derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamêntêye pêwandîyên der Sargîs Xandanyan gotîye, dema ku ewî derheqa halê li ser sînor xeberdaye.

“Çi ku derheqa bûyara li ser sînorê nêzîkî Yêrasxê û aktîvbûna agirbarandinêdane, tiştê xemgînîye, bi taybetî wî çaxî, dema ku niha pêvajoya hevraxeberdana aktîve. Em careke mayîn  kirinên Adirbêcanê dibînin, wekî berî hevraxeberdana yan jî piştî wan, ew dicêribînin li ser erdê xwe bi agrêsîvî bidine kifşê bona ku dora sivira hevraxeberdana zêdetir tiştî bistînin”,-Xandanyan gotîye.

Serokê komîsîya pêwandîyên der hema derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, wekî hêzên azêrîya li Yêrasxê sîstêmên sîvîl kirine hedef.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button