H’emû nûçeSereke

Armanca Adirbêcanê ewe, ku bide kifşê ku giva alîyê ermenî dixweze kirinên agrêsîv mîyaserke: wezîr

Nava hevtîya dawîda Adirbêcanê înformasîyayên nerast belav kirine û bi wê yekê bingehê saz dike ku bikaribe  kirinên xweye provokasîyon çawa  rûyê kirinên alîyê ermenîda raberke.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan li parlamêntê gotîye.

“Nava hevtîya dawîda Adirbêcanê înformasîyayên nerast belav kirine û bi wê yekê bingehê saz dike ku bikaribe  kirinên xweye provokasîyon çawa  rûyê kirinên alîyê ermenîda raberke”,- wezîr gotîye.

Ewî bîr anîye, wekî wezîreta parastinê her dem bi elametîyên anegorva pêşda tê û çi jî li ser sînor diqewime, raberî civakê dike.

“Menîya vî hemû tiştî armanca alîyê azêrîyaye ku bide kifşê, wekî alîyê ermenî dixweze kirinên agrêsîv mîyaserke.Tiştê usa tune, alîyê ermenî li gorî hemû elametîya, dora sivira hevraxeberdana wê rojeva aşîtîyê berdewamke û pêra jî axa welête serbixwe biparêze”,-Papîkyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button