H’emû nûçeSereke

Niştecî li bankên Ermenîstanê perên mezin xweyî dikin: serokê banka Merkezî

Li gorî lêpirsîna, hejmara welatîyên Rûsîyayê, ewên ku dixwezin ji şeş meha zêdetir li Ermenîstanê bimînin, zêde  bûye. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokê banka Ermenîstanêye sereke Martîn Galstyan gotîye, wekî dînamîka wî cûreyî lêpirsînên nava sê mehên ewlinda dane dîyarkirinê.

“Gilî derheqa wê yekêdane, wekî  gelekî dijware pêşda derheqa qirarên wan merivada pê bihesin. Li gorî lêpirsîna tê kifşê, wekî piranîya wan welatîya usa nafikire, ku şerê  Ûkraînayê wê zûtirekê ser hevda bê û ew hêvîdarin, wekî wê wedekî dirêj li vir bimînin”,-Galstyan gotîye.

Ewî gotîye, wekî hejmara  perên  wan şexsa dubare bûye û ji destpêka salêda jî bi 0,5 selefîva zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button