H’emû nûçeSereke

Li Kongrêsa ŞAY wê guhdarkirinên bona pirsa parastina binelîyên Qerebagê pêk bên

21 ê hezîranê komîsîya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya ser navê Tom Lantos, ya mafên mêriv, wê guhdarkirinên bona pirsa parastina binelîyên Qerebagê pêk bîne. Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê ragîhandîye.

Komîsîya dide dîyarkirinê, wekî li Qerebagê û dora wê qezîya destpêbûna zordarîya mezin bûye.

Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî dorgirtina korîdora Laçînê îdî serê hevt mehaye ku berdewam dibe.

“Cêrge cedandinên navneteweyî tên mîyaserkirinê, bona ku qezîya şerê nû bidine milahîmkirinê. Pirsgirêka hîmlî ewe, ku çi pêwîstî heye ku mafên ermenîyên li wir biparêzin, li kîderê Adirbêcan dicedîne kontrola xwe îzbatke”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button