Açixîyên tifaqdara me Ermenîstanê me şa dikin: Ovêrçûk

Nîkol Paşînyan bi kûrayî û bi melûmetîya gotîye wekî Rûsîya hevkara Ermenîstanêye kirîn-frotanêye hîmlîye û hema ewe menîya hîmlî, ku pêşkeftina êkonomîkî heye.
Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna tevî TASS ê, cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo Ermenîstan bona Rûsîyayê hevkara kirîn-frotanêye girînge, yan na?
“Nîkol Paşînyan bi kûrayî û bi melûmetîya gotîye wekî Rûsîya hevkara Ermenîstanêye kirîn-frotanêye hîmlîye û hema ewe menîya hîmlî, ku pêşkeftina êkonomîkî heye.Derheqa wê yekêda ewî li Krêmlê, wextê civîna şêwira Avrasîyayêye êkonomîkîye li Soçîyêye di navbera hukumatada gotîye.Endamtîya nava Yekîtîya Avrasîyayêye êkonomîkîda ewe ku gumrik tune, çûyîn-hatina kapîtalê û hêza xebatê azaye.Açixîyên tifaqdara me Ermenîstanê me şa dikin”,- Ovêrçûk gotîye.







