H’emû nûçeSereke
Pirsa vekirina konsûlxana Rûsîyayêye li Kapanê tê gotûbêjkirinê

Hema pirsa vekirina konsûlxana Fêdêrasîyona Rûsîyayêye li Kapanê tê gotûbêjkirinê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan gotîye rojnamevana.
“Hema pirsa vekirina konsûlxana Fêdêrasîyona Rûsîyayêye li Kapanê tê gotûbêjkirinê”,-Kostanyan gotîye.
“Çawa bersiva wê pirsê, ku bona Rûsîyayê hema Kapan bijartîye, cîgirê wezîr gotîye, ku gerekê derheqa wê yekêda ji baylozxana Rûsîyayêye li Ermenîstanê bipirsin.
“Rojev bi temamî wê bê xweykirinê.Em hewaskarîya hevkaryên xweye navneteweyî û xwestina wan, ya derheqa vekirina wekîltîya dîplomatîye li Syûnîkê silav dikin”,-Kostanyan gotîye.
Em bêjin, wekî hê pêşda Îranê konsûlxana xwe li Kapanê vekiribû.







