Li Kongrêsa ŞAY guhdarkirinên derheqa Qerebagêda pêk hatine

Li komîsîya mafên mêriv, ya Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi têma “Parastina cimeta Qerebagê” guhdarkirin hatine derbazkirinê.
Nava elametîya berî wan guhdarkirina hatîye gotinê, wekî eva îdî serê hevt mehaye ku korîdora Laçînê hatîye dorgirtinê, lê ji 23 ê nîsanêda jî Adirbêcanê peymana sala 2020 î teribandîye û li wir posta leşkerî danîye.Niha cêrge alîyên navneteweyî, nava wanda usa jî Ştatên Yekbûyî, cedandina didine xebatê ku qezîya şerê berfireh bidine kêmkirinê. Pirseke hîmlî hema derheqa parastina maf û ewlehkarîya ermenîyên Qerebagêdane, li kîderê Adirbêcan dicedîne kontrola xwe îzbatke.
Nava gotûbêjkirinên nêzîkî du seheta kongrêsmên Cîm Makgovêrn guhdarî teglîfî li ser wê yekê kir, wekî Ştatên Yekbûyî du sal pêşda komkujîya Ermenîye salên 1915-1917 a nas kirîye. Nenihêrî wan barbarîyên ku sed sal pêşda qewimîne, gelek ermenî halê roja îroyîn himberî yê wî çaxî dikin.
Makgovêrn hema nava vê hemtêkstêda kirinên Adirbêcanêye van axirîya şirove kirîye.
Bi gotina kongrêsmên, alîyê azêrîya derheqa serbixwetîya Adirbêcanêda dibêje, çimkî civaka navneteweyî Qerebag çawa beşeke wê nas kirîye. Feqet pirsgirêk nava wê yekêdane, wekî cimeta Qerebagêye ermenî xwe nava qezîyayêda texmîn dikin.
Pêwîste, parastina binelîyên sîvîl bidine çareserkirinê û ew yek dide kifşê, ku hemû mecala gerekê bidine xebatê, bona ku şerê nû û barbarîyên nû nebin”,-Makgovêrn gotîye.
Xeberdankirê mayîn jî Maykl Rûbînê şiroçî bûye, yê ku gotîye, wekî heger Ştatên Yekbûyî dixweze ku li Qerebagê aşîtî hebe, gerekê peymana derheqa korîdorên hûmanîtarîda bê çareserkirinê.
“Endamên komîsîyayê gerekê herine Qerebagê û li herdu alîya jî dîna xwe bidine hal”,- Rûbîn gotîye.
Wextê gotûbêjkirina usa jî baylozê Ştatên Yekbûyî, yê berê Con Êvans xeberdaye.Ewî gotîye, wekî gerekê qanûna derheqa qedexekirina frotana sîlihaye bo Adirbêcanê bê xebitandinê.
“Wê diha baş bûya, ku frotana sîlihên tirka û îsrayêlîya bona Bekûyê bidana sekinavndinê”,- Êvans gotîye.
Kongrêsmên Frênk Paloûn jî bang kirîye, ku bi wê yekêva tevayî gerekê mecalên dîplomatî bidine xebatê û usa jî sanksîya bêne pêşdakişandinê, ku ew hemû tişt bê sekinandinê.
Kongrêsmên Adam Şîf jî guhdarî teglîfî ser wê yekê kirîye û gotîye, wekî cimeta Qerebagê ji alîyê Adirbêcanêda rastî paqijkirinên êtnîkî tê û ew niha li ber qezîya komkujîyê sekinîye.
Kongrêsmên bîr anîye, wekî Qerebagê sala 1991 ê rêfêrêndûm derbaz kirîye û derheqa serbestîya xweda elam kirîye.Bi fikira wî Ştatên Yekbûyî gerekê piştgirîyê bide cimeta Qerebagê û li rex wê bisekine. Bi gotina kongrêsmên, Ştatên Yekbûyî gerekê bangî Bekûyê bike, ku bêyî tu qewil-qirara hemû dîlên ermenîye leşkerî aza berde û Adirbêcan bona dorgirtina korîdora Laçînê gerekê ber cabdarîyê bisekine.







