H’emû nûçeSereke

Cesûsîya ŞAY eşaretî dabû Kongrêsê, wekî “Vagnêr” qewata berev dike

Cesûsîya amêrîkî difikire, wekî serokê kompanîya leşkerîye şexsî Yêvgênî Prîgojîn zûva têra dîtibû, planên xwe dijî desthilatdarîya Rûsîyayêye leşkerî pêşda bikişîne. Derheqa wê yekêds CNN ê  elam kirîye.

Feqet hê eyan nîne ku armanca dawî çiîye.

Li gorî kanîyên înformasîyon xebatkarên cesûsîyê bona rêberên kongrêsê birîfîng teşkîl kiribûn û derheqa “Vagnêrê” da raber kiribûn.

Li gorî kanîyên înformasîyon, bi fikira wan, elametîya Prîgojîn, ya derheqa tunebûna sîlihada derewa fikirmîşbûyîye, bona ku hîmê opêrasîyonên pêşerojê daynin.

Wê kanîyê daye dîyarkirinê, wekî hemû tişt lez mîyaser bûye û meriv bi dijwarî fem dike, wekî Prîgojîn gef li serokatîya leşkerî xwerine û gerekê hêzên xwe bibira kîderê.

CNN ê daye kifşê, wekî nevsên amêrîkîye fermî ji wê lezbûnê ketine nava şaşîyê, bi kîjanê hal êvara înîyê wî cûreyî bibû û roja şemîyê  sert bibû, rûyê çida nevsên fermî mecbûr bûn seredanên navneteweyî betalkin û şêwirdarîyên hukumatêye lez pêk bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button