Ermenîstan gerekê tabîya xweye cêografî boy berjewandîyên xwe bide xebatê

Tabîya Ermenîstanêye cêografî ya cindîye. Wê yekê gerekê bona wan berjewandîya bidine xebatê: kirîn-frotanê û govekên mayîn bidine pêşxistinê. Derheqa wê yekênda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî Êkonomîkayê Rafayêl Gêvorgyan li Nyû Yorkê, wextê Orion Summit 2023 gotîye.
Cîgirê wezîr daye dîyarkirinê, wekî zarotîya xweda ewî gelek cara xerîta dinîyayê nihêrîye û zendegirtî maye, wekî Ermenîstan çawa nava wî cîyîdane, di navbera du cînarên dijminda. Cînareke mayîn jî Îrane, tevî kîjanê sînor heye, lê rûyê sanksîyada ew nîvvekirîye. Dergehên tek-tenê berbi dinîya der Gurcistane, lê li wir jî pirsgirêk hene. Sîstêmên behrê, îskel li Ermenîstanê tunene.
Bi gotina wî li welêt xebat tên kirinê, kîjan wê alî bikin, ku wê potênsîyalê bidine xebatê. Deh sal pêşda xebatên projeya bakûr-başûr destpê bûn, hêvîdarin, wekî hetanî dawîya sala 2026 a destanîn wê îdî kifşbin.Wezîret usa jî ser projeye mayîn dixebite.
“Em niha derheqa rîya ji Hindistanê berbi Avropayê difikirin, dema ku em bighîjine wê yekê, wî çaxî îdî pirsgirêka cîhê me wê tunebe, ew yek wê karê bide Ermenîstanê”,- cîgirê wezîr gotîye.







