
Li gorî melûmetîyên hukumata Herêma Kurdistanê, li Kurdistana Îraqê hetanî niha nêzîkî mîlyonek mihacirên îraqî û yên mayîn mane. Vê mêvanhizîyê navê Kurdistanê çawa “merkeza hûmanîtarî” pêşda anîye, ya bona wan meriva, yên ku ji zordarîyê û dew û doza revîne.
Li gorî hesabên hukumatê, nêzîkî 30 selefê wan mihacira li qampên li Kurdistanê dimînin, lê 70 selef jî ji qampa der.
Serokê komîtêya mîgrasîyon, ya parlamênta Îraqê Şerîf Silêman pêşda gotibû, wekî ji wan mihacira nêzîkî 800 hezar ji provînsîyayên Îraqêye başûr û merkezîne, ew li 28 qampên li Kurdistanê dijîn. Li Dihokê nêzîkî 300 000 mihacir û merivên cîşihitandî dimînin.
Piranîya wan mihacira, naxwezin paşda vegerine cîh û warên xwe, çimkî hal hê qewîn nebûye û derfetên dewletê jî yên baş nînin.







