H’emû nûçeSereke
Jinê jî mafê qulixkirina nava eskerda bistînin
Jinê jî mafê qulixkirina nava eskerda bistînin, yên ji 18 a hetanî 27 salî. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan li parlamêntê gotîye.
Bi gotina wî, qulixkirina jina li ser hîmê rezedilîyê wê bê mîyaserkirinê. Qulixa jina wê bighîje şeş meha. Piştî wê yekê ewê mîlyonek diramî bistînin. Xêncî wê yekê qulixçîyên jin wê miaşê jî bistînin, lê derheqa miaşêda hê eyan nîne, ku ewê çiqasbe.
Sûrên Papîkyan usa jî gotîye, wekî piştî serhevdaanîna qulixê, heger pêwîstbe, dikarin paşê dîsa gazî wan bikin.