
Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî hemû musulmanên Kurdistanê û yên dinîyayê pîroz kirine û wanara aramî xwestîye.
“Ez hemû musulmanên Kurdistanê, Îraqê û yên dinîyayêye mayîn pîroz dikim.Ez usa jî malbetên şihîda û hêzên pêşmerga pîroz dikim. Ez hêvîdarim, wekî ev cejin wê qewînbûnê bîne dinîyayê”,- Mesûd Barzanî Twittere da nivîsîye.
Bi pîrozbahîyên xweva usa jî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşda hatine û aşîtî û aramî cimetêra xwestine.







